1. dirêjbûna pirçên li ser lêva jorîn e. sembola mêrantiya mêrên kurda ye. |
|
11.07.2014 10:28 |
nazim tolhildan
|
2. a ku min jî berdaye. ya rasttir ji ber ku min riha xwe ya dibên "top" kur kiriye û simbêl maye, pêk hatiye. lê hema ji bo çend rojan e. |
|
11.07.2014 16:40 |
azadixwaz
|
3. ew dû hefte ye ez jî beşdarê famîlyayê xweyî simbêlan bûm, simbêlekî qerase derket welleh, çi kêmasî min heye ji simbêlboqan. |
|
06.09.2015 00:32 |
mîr
|
4. nîşana mêrê êzîdî. lê mixabin modernîzm nîşan ji me re nehişt |
|
06.09.2015 15:10 |
hola êzîda
|
5. A ku min qet bi tena serê xwe bernedayî, ez tim bi rihê berdidim lê helbet ne riha gelemperî. |
|
06.09.2015 16:02 |
azadixwaz
|
6. kovara kurmancî ku weşaneka domdar ya enstîtûya kurdî ya parîsê ye di hejmareka xwe de li ser cureyên simbêlan bi kurdî sekinîbû û di vê peyamê de nivîskarekî wêneyê wê lîsteya ku ji aliyê ekp ve hatiye amadekirin heye; (bnr:simbêl/61792) |
|
06.09.2015 20:42 |
endazer
|
7. (bnr: gotin simbêl em hatin) |
|
07.09.2015 02:49 ~02:50 |
ferhenga şikestî
|
8. Ev çend meh in ku bi niyeta berdana simêl ez simêlên xwe naqusînim/kurt nakim/jê nakim. Lêê wexta ku riha xwe jê dikim lê dinerim simêl xweş nesekiniye û ji ser simêlên xwe jê dikim, hew lê dinerim min pir jê kiriye û li ber dikevim. Êdî ez ê qet dwst li simêlê xwe nedim heta ku pir dirêj bû. Niha ez rih û simêl bi hev re berdidim. Wexta simêl têra xwe dirêj bû ez ê riha xwe jî jêkim. Heke ku xweş çêbe ez ê wî hawî bidomînim. Em ê binerim bê tarza min î nuh çawa bibe. Lê ev jî heye ku ez ji porê dirêj jî hez dikim gelo porê dirêj û simêl dê li hev bên? Dibe ku tarzeke nuh biafirînim * |
|
07.09.2015 02:59 |
mergehez
|
9. (bnr: simbêlqeytan) (bnr: simbêl-qeytan) (bnr: simbêl qeytan) |
|
07.09.2015 03:02 |
dijber
|
10. Piştî çend mehan şûnde di mêjiyê meriv de suretê xwe yê berê bê simbêl diçe, sûretê xwe yê teze di mêjiyê meriv de cî digre. simbêl berdan/74463 gava min simbêlê xwe jê kir min heftekî şerm dikir li ortê de bigerim û min kîngê li ber eyneyê ji xwe re lê dinêrî min digo qey ev sÛreta min nîne ev kesek din e |
|
01.01.2016 20:23 ~20:24 |
mîr
|
11. berdana simbêlan min hê nedîtîye bi xorta ketîye yanî bi cîwana nakebe.. dibe ku sedema wî têde mezin tên xuyakirin be, lê bi kesên mezin dikebe.. simbêlên dema tên jêkirin cîhê wan dibe wekî tûtikên pirçikandî * |
|
02.01.2016 00:14 |
shorbevan
|
12. Tiştekî ku mirov diellime û nikare qutke çima ku mirov wek tazî dimîne... bixwe ez wûsa me.. |
|
02.01.2016 09:15 ~09:16 |
berfo
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |